Dijberiya Xwedzayî (Divine/Natural Contrary
Dijberiya Xwed/zayî ew dijberî ye ku bi awayê xwezayî heye.
Ev
dijberî, ji dijberiyên çêkirî cudatir e. Mînak: Reş û spî
dijberî hev in lê ev dijberî ne xwezayî ye. Li nav xwezayê gelek
ajal hene ku reş û spî li ser pirtik, mû û çermê wan ahengekê
pêk tînin. Loma dijberiya reş û spiyê ne dijberiyeke xwezayî
ye.
Her
wisa dijberiya sosyalîzm/komunîzm û kapîtalîzmê, ku wekî
dijberiyeke gelekî xurt tê zanîn, ne dijberiyeke xwezayî ye: Kî
dikare bêje dewleta Çînê ne kapîtalîst e? Ma kes dikare bêje
dewleta Almanyayê ne dewleteke sosyalîst e?
Gelek
dijberiyên din ku wekî dijberiyên dijwar xuya dikin, di rastiyê
de di nav ahengekê de ne. Lê hin dijberî hene kujerên hev in,
hebûna wan bi hev re nabe. Wekî ronî û tariyê, wekî sarî û
germiyê. Li mekana ronahî lê hebe, cî ji tarîtiyê re tune ye;
ji bo hebûna tarîtiya, pêwîst e ronahî vemire. Ti caran nabe ku
sar û germ bên ba hev. Heke bên ba hev, ew ê zirarê bidin hev.
Ka agirî bidin ser cemedê? Yan şelleke cemekê bavêjin nav agirî?
Dijberiya
Xwed/zayî; dijberiya sarî û germiyê ye, dijberiya ronî û tariyê
ye, dijberiya rojê û şevê ye. Ev dijberî Xwedayî ye, ango
Xwezayî ye. Her wekî dijberiya xiyarê û bacanreşê. Seleteyeke
bi bacanreş dibe? Yan jî tirşikeke bi xiyar?
Heçî
merema vî karî ye: dijberiya tirkîtî û kurdîtiyê ye. Ango
dijberiya kurdî û tirkî. Ma ne
tirkîtî ye li ser dijberiya kurdîtiyê ava bûye? Tirkayetiyeka
bêyî dijberiya kurdayetiyê
dikare çiqas bijî? Ma tekane riya ku
kurdî ji mirinê rizgar bike ne ew e ku tirkî dest ji xenaqa kurdî
bikişîne û ji nav kurdan rabe?
Comments
Post a Comment