Dijberiya Xwedzayî (Divine/Natural Contrary






























Dijberiya Xwed/zayî ew dijberî ye ku bi awayê xwezayî heye.
Ev dijberî, ji dijberiyên çêkirî cudatir e. Mînak: Reş û spî dijberî hev in lê ev dijberî ne xwezayî ye. Li nav xwezayê gelek ajal hene ku reş û spî li ser pirtik, mû û çermê wan ahengekê pêk tînin. Loma dijberiya reş û spiyê ne dijberiyeke xwezayî ye.
Her wisa dijberiya sosyalîzm/komunîzm û kapîtalîzmê, ku wekî dijberiyeke gelekî xurt tê zanîn, ne dijberiyeke xwezayî ye: Kî dikare bêje dewleta Çînê ne kapîtalîst e? Ma kes dikare bêje dewleta Almanyayê ne dewleteke sosyalîst e?
Gelek dijberiyên din ku wekî dijberiyên dijwar xuya dikin, di rastiyê de di nav ahengekê de ne. Lê hin dijberî hene kujerên hev in, hebûna wan bi hev re nabe. Wekî ronî û tariyê, wekî sarî û germiyê. Li mekana ronahî lê hebe, cî ji tarîtiyê re tune ye; ji bo hebûna tarîtiya, pêwîst e ronahî vemire. Ti caran nabe ku sar û germ bên ba hev. Heke bên ba hev, ew ê zirarê bidin hev. Ka agirî bidin ser cemedê? Yan şelleke cemekê bavêjin nav agirî?
Dijberiya Xwed/zayî; dijberiya sarî û germiyê ye, dijberiya ronî û tariyê ye, dijberiya rojê û şevê ye. Ev dijberî Xwedayî ye, ango Xwezayî ye. Her wekî dijberiya xiyarê û bacanreşê. Seleteyeke bi bacanreş dibe? Yan jî tirşikeke bi xiyar?
Heçî merema vî karî ye: dijberiya tirkîtî û kurdîtiyê ye. Ango dijberiya kurdî û tirkî. Ma ne tirkîtî ye li ser dijberiya kurdîtiyê ava bûye? Tirkayetiyeka bêyî dijberiya kurdayetiyê dikare çiqas bijî? Ma tekane riya ku kurdî ji mirinê rizgar bike ne ew e ku tirkî dest ji xenaqa kurdî bikişîne û ji nav kurdan rabe?



Comments

Reklam

R2